QSD: Şervanên me Hozan, Çiya, Reyan û Mihemed şehîd bûn

QSD’ê şehadeta 4 şervanan ragihand û diyar kir ku birydardarî wê ya domandina xeta şehîdan û serxistina berxwedanê zêdetir dibe.

QSD: Şervanên me Hozan, Çiya, Reyan û Mihemed şehîd bûn
13 sibat, 2025   09:25
NAVENDA NÛÇEAN

Navenda Ragihandinê ya QS’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 4 şervanên xwe aşkera kirin. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji detpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve, gelek êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin û wiha hat domandin "Lê bi sekin û berxwedana şervanên me û bi hevgirtina gelê hemû êriş têk çûn. Di encama vê berxwedanê de gelê me destkeftiyên mezin ên bê hemûpa hatin bidestxistin. Ji van destkeftiyan herêmên me bûn herêmên herî ewle li Sûriyeyê, her wiha projeya şaristanî û jiyana hevbeş û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan, atmosfêra çalak a pirreng û hevdin qebûlkirin e"

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û berxwedana gel û QSD’ê ya li hemberî êrişan hate kirin û wiha hate gotin: "Li hemberî êrişên bi armanca têkbirina projeya me ya demokratîk, gelê me bi pêşengiya QSD’ê parastin kir û hîna jî bi hemû hêza xwe li hemberî êrişên dagirker û çeteyan li ber xwe didin, nahêlin xeyalnên dagirkeran ên firehkirina qada dagirkeriya xwe li ser herêmên me yên bi xwîna zarokên wê hatine avdan, pêk werin. Di vê berxwedana lehengane de, hejmarek şervanên me piştî ku dersek a berxwedanê dan dagirker û çeteyan gihiştin asta şehadetê. Navên şehîdan wiha ne: Hozan (Diyar Mistefa Kurdî), Çiya Qamişlo (Ebdulezîz Adil Derwîş), Reyan Qamişlo (Leys Ceryan Kêrt), Mihemed Şerîf ( Mihemed Musena El Şerîf)."

Di daxuyanê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hate destnîşankirin ku birydardarî û israra şervanan a domandina têkoşîna şehîdan zêdetir dibe û dê heta serkeftinê berxwedanê geş bikin.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hozan

Nav û paşnav: Diyar Kurdî

Navê dayikê: Şemsa

Navê bav: Mistefa

Cihê jidayikbûnê: Tefşo

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-ji ber qezayeke trafîkê şehîd bû- 11 Sibat 2025

Nasnav: Çiya Qamişlo

Nav û paşnav: Ebdulezîz Derwîş

Navê dayikê: Elîfe Şukrî

Navê bav: Adil

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir- 29 Çile 2025

Nasnav: Reyan Qamişlo

Nav û paşnav: Leys Kêrt

Navê dayikê: Xasa El Ehmed

Navê bav: Ceryan

Cihê jidayikbûnê: Hamo

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Gund Til Xezal-ji ber qezaya perwerdeyê şehîd bû- 16 Çile 2025

Nasnav: Mihemed El Şerîf

Nav û paşnav: Mihemed El Şerîf

Navê dayikê: Kewser

Navê bav: Musena

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa-Gundê Zenûbiya- 1 Sibat 2025.

(bb)

ANHA