ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-2-2024
13 sibat 2024   02:00

Mihemed Cemîl ku bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kiriye, têkildarî hevdîtinê got "Pirsa halê me nekir, pirsa gel kir. Hingî tê gihîştim ku Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye."

Rojnamevan Eziz Koyluoglu destnîşan kir ku PDK bi armanca bejwendiyên xwe yên malbatî û partîtiyê dewleta Tirk teşwîqî berfirehkirina dagirkeriyê dike û jê re dibêje, “Ez di xizmeta siyaseta we de me”.

Di sala 1991’an de ji bo têkbirina tevgera azadiyê ya gelê Kurd, ji gelek aliyan êriş dan destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de piştî ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk kirin, ew êriş ketin qonaxeke nû. PDK’ê jî di nava wan êriş û planên 9 salan de cihê xwe girt.

Şêniyên navçeyên Dêrikê şervana YPJ`ê Azadî Qendîl (Emîne Ehmed) û şervanê QSD`ê Tariq Adil Behauldîn, şervanê YPG`ê Cabir El Ebo li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê sersaxî didin malbatên 4 şehîdên QSD`ê û Erka Xweparastinê ku li cih û demên cuda de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne, di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê li Kampa Waşokanî ya li Hesekê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî xwepêşandanek li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanên Kurd têkildarî Komploya Navneteweyî semînerekê li bajarê Ciwanan a li Qamişloyê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM`ê têkildarî Komploya Navneteweyî civînekê ji şêniyên navçeya Fafînê re li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye şervanê QSD`ê Mihemed Şêx Mistefa yê di encama nexweşiyê de şehîd bûye, oxir dikin saet di 12:00`an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî Komploya Navneteweyî civînekê li hola Meclisa Qanûnsaz a kantona Minbicê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEvgera Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê têkildarî Komploya Navneteweyî daxuyaniyekê dide saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Wênekêşan a li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê li dar ketiye, berdewam e saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê têkildarî Komploya Navneteweyî meşeke bi meşalayan li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê li bajarokê Rimêlan têkildarî Komploya Navneteweyî panelekê li dar dixe saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA