Li dijî baregehên milîsên Îranê êriş
Çavkaniyên xwecih ragihandin ku li dijî baregehên milîsên Îranê yên li bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê êriş hatiye kirin.
![Li dijî baregehên milîsên Îranê êriş](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65ca74d3322e4.jpg)
Çavkaniyan diyar kir ku li dijî baregehên milîsên Îranê yên li herêma Şiblî ya li nêzî bajarê Meyadîn ê Dêrazorê êriş hatiye kirin. Li wir depoyên çek û cebilxaneyan hene ku milîsên Îranê beriya çend rojan, vala kiribûn.
Îhtîmal heye ku Amerîka êriş kiribe.
Hêzên Amerîkayê piştî kuştina 3 leşkerên wê di êrişeke balafireke bêmirov û biçek de li dijî baregeha Amerîkayê li Urdinê, baregehên milîsên Îranê li Sûriye û Iraqê bombebaran dike.
(şx)