ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2026
13 nîsan, 2026   02:00

Jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: "Berdewamiya ragirtina wî li gorî qanûn û peymanên navneteweyî nayê qebûlkirin. Dem hatiye ku ev rewş bi dawî bibe." BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê anîn ziman ku di vê pêvajoya hesas de yekitiya kurdî şert e û bang li hêz û partiyên kurdî kirin ku nakokiyên xwe derbas bikin û zimanê xwe yê siyasî bikin yek ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê Sûriyeyê ji ber nebaşbûna rewşa debarê û aborî bi gazinc in. Bi daxwaza ku ev rewş were başkirin bang tê kirin ku 17'ê Nîsanê xwepêşandanan li dar bixin.

Siyasetmedarekî Ahwazî diyar ku agirbesta di navbera Washington û Tehranê de ne serkeftinek an têgihîştinek biryardar e. Her wiha da zanîn ku dibe ew agirest bibe rawestanek taktîkî ku dikare hilweşe ger pirsgirêka nukleerî, Tengava Hurmuz û rola hevalbendên Îranê neyên çareserkirin.

Di 13ˊê Nîsana 1975ˊan de, piştî bûyera Eyn El Rumane ya Beyrûtê, di çarçoveya aloziyên mezhebî û siyasî yên kombûyî de, şerê navxweyî yê Lubnanê dest pê kir. Bi destwerdanên herêmî, bi taybetî êrişên Îsraîlê û ketina artêşa Sûriyeyê di sala 1976ˊan de, alozî berfireh bû heta ku şer bi Peymana Taîfê di 1990ˊî de bi dawî bû.

Rêveberê beşa paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Idrîs Îbrahîm diyar kir li gorî derfetan dê di dema pêş de pirsgirêka cihê çopê ya li taxa Mişêrfê çareser bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Qamişloyê dest bi xebatên paqijiya parkan tê kirin, ji Parka Arî ya li taxa Siyahî ve dest bi paqijiyê tê kirin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN