Netanyahu: Wê şerê li Lubnanê bidome

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji başûrê Lubnanê, hemwextî êrişên hêzên Îsraîlê li dijî Lubnanê, diyar kir ku wê şerê bi Lubnanê re berdewam bike.

Netanyahu: Wê şerê li Lubnanê bidome
12 nîsan, 2026   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyand ku şerê li Lubnanê wê berdewam bike û anî ziman ku fişarên leşkerî yên Îsraîlê Îran û hevalbendên wê xistine rewşek ku hebûna wan tehdît dike.

Netanyahu di serdaneke şopandina hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê de bi dîmenekê diyar kir ku "şer didome, û beriya çend kêliyan dema ez li şertîa ewlehiyê bûm jî dewam dikir. Tiştê ku em dibînin ev e ku me bi saya vê herêma ewlehiyê gefên ketina li nava Lubnanê têk birine."

Netanyahu destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê "destkeftiyên mezin" pêk anîne, lê erk hîna bi dawî nebûye û got "Hîn jî kar heye ku were kirin û em ji xwe dikin."

Li aliyekî din jî, Hizbullahê ragihand ku di êrişa li dijî bajarê Seyda ya başûr de berpirsê yekîneya girêdan û hevkariyê hat kuştin. Ragihandina Lubnanê jî bi bîr xist ku topavêjên Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek dever topbaran kirin.

(ac/fr)

ANHA