ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-01-2026
13 ÇILE, 2026   02:00

Rîma Ereb a ji êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rizgar bûye, hûrgiliyên dorpêçê û êrişên li ser sivîlan vegotin. Rîmayê diyar kir ku av û ceyran li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir qut kirin û nexweşxane bi dijwarî hat topbarankirin. Her wiha anî ziman ku şênî bê xwarin û av man û neçar man ku lêvên xwe bi dilopeke avê şil bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike û rê li ber diyaloga di navbera pêkhateyan de û avakirina Sûriyeyeke demokratîk veke. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvanê siyasî Welîd El Hemûd êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Helebê, wekî ‘siyaseteke sîstematîk a ji bo ferzkirina desthilateke yekalî’ nirxand û got, "Armanca vê yekê dûrxistin û qelskirina pirrengiyê ye, ev dê civaka Sûriyeyê ber bi parçebûnê û şerekî navxweyî ve bibe."

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van komkujiyan, şermezar kirin. Şêniyan berxwedana şêniyan jî silav kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvan û lêkolînereke Sûdanî hişyarî li ser xeteriya sûc û binpêkirinên ku li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî sivîlan têne kirin da û diyar kir ku bêrêziya li himber cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê der barê pêşdeçûnên dawî yên li herêmê û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de li Mizgefta Bedir a bajêr civînekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê fermandar şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî li Pakrewangeha Şehîd Dicle yê Kobanê defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî û meşên bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine, tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN