Amnesty: Delîlên sûcên rejîma Îranê ji me re bişînin

Amnesty Înternatîonal ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma Îranê daxwaz ji welatî û şahidan kir ku sûcên rejîma Îranê weke belge ji bo wan bişînin.

Amnesty: Delîlên sûcên rejîma Îranê ji me re bişînin
12 ÇILE, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Amnesty peyamek girîng da û daxwaz li xwepêşander, karmandên nexweşxaneyê û şahidan kir ku her zext û zordariyek ên demê dawî yê li Îranê belge kirine ji bo wan bişînin.

Amnesty destnîşan kir ku rejîma Îranê ji bo veşartina kiryarên xwe xetên Înternetê yên li welat qut kirin û diyar kir ku pêwîstiya wan bi delîl û belgeyan weke dîmenên gule berdan, qalikê fîşekê, wêneyên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane heye.

Hejmara agahî parvekirinê wiha ye: 00447961421578. Dikarin bi rêya Whatsapp, Telegram û Sîgnalê agahiyan bidin.

Amnesty diyar kir ku wê agahiyên her kesê belge û agahî bide wan biparêze.