ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 3 – 2025
12 adar, 2025   02:00

Jinên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û diyar kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî pêdiviyeke bingehîn e ji bo siberoja aştî û demokrasiyê ya li herêmê.

Serhildana Qamişlo qêrîna li dijî zilm û dijminatiyê bû û rastiyeke wiha îsbat kir ku maf tên standin û wekî diyarî nayên dayîn. Ev serhildan çirûska destpêkê ya ruhê têkoşînê bû û da diyarkirin ku şer ne di navbera pêkhateyên civakê de ye, lê belê di navbera azadîxwaz û desthilatdaran de ye.

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê komkujiyên ku li perava Sûriyeyê tên kirin şermezar kirin û helwesta xwe ya redkirina tundiyê û hevgirtina xwe ya bi hêzên leşkerî û ewlekariyê re nîşan da.

Dema ku di merasîma cenazeyê kurê xwe yê şehîd de li ser şehîdan stran gotin, wî êşa windakirinê veguherand vîna berxwedan û xweragiriyê. Niyazî Seydo, yek ji damezirînerên Koma Engîzek a muzîkê behsa wê rojê dike.

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi avakirina pergala tabloyên enerjiya tavê ya ji bo stasyona ava vexwarinê ya Zîban kir.

Di çarçoveya bîranîna Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê de rêzeçalakî tên lidarxistin, li Girkê Legê (10:00), li Tirbespiyê (11:00), li Til Hemîsê (11:00), li Amûdê (11:00) çalakî tên lidarxistin. Her wiha xelkê bajarê Dêrikê li goristana bajêr şehîdan bi bîr tîne, xelkê Çilaxa jî li goristana bajarokê Abîre (12:00) şehîdan bi bîr tîne, li kêlek wê jî Meclisa Bajarê Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê daxuyaniyekê dide, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê salvegera Serhildana 12’ê Adarê li Stadyûma Desteya Werzîşê û Ciwanan a Kobanê daxuyaniyekê dide, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên bajarên Hesekê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda şehîdên komkujiyê bi bîr tînin (13:00), her wiha Meclisa Bajarê Holê der barê mijarê de daxuyaniyekê dide, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN