Rojava, Ereb, Kurd û navneteweyî peymana QSD’ê û Şamê pêşwaz kir

Fransa, Rûsya, serokê Herêma Federal a Kurdistsnê, nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê, dewletên Ereban peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hate îmzekirin, pêşwaz kir.

Rojava, Ereb, Kurd û navneteweyî peymana QSD’ê û Şamê pêşwaz kir
11 adar, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransa peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de pêşwaz kir û got ev gaveke erênî ya ber bi çareseriya dan û standinê û aştiyê ye ku Sûriye bibe yek û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li pêvajoya veguhastinê ya siyasî bibe.

Fransayê diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de bidomîne.

Cîgirê wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov girîngî da peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku ew peyman nexşerêya guncaw a pêşerojeke durist û pêvajoyeke demkî ya durist e.

Barzanî piştgiriya herêmê ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê nîşan da.

Nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Gier Pedersen pêşwazî li peymanê kir û hêvî kir ku peyman pêvajoya guhartina siyasî bi pêş bixe û li gorî biryara 2254’an a Meclisa Ewlehiyê be ku di encamê de destûreke nû û hilbijartinên azad werin çêkirin.

Siûdiyê jî bi erênî pêşwaziya peymanê kir û piştgiriya xwe ji bo yekbûna xaka Sûriyeyê û aramiya xaka wê dubare kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê de jî duh got peyman gaveke girîng ber bi xurtkirina aştiyê, geşekirina ewlehî û îstîqrarê û avakirina dewleta sazî û qanûnê be.

Girêdayî wê, Wezareta Karên Derve ya Urdunê jî bi erênî pêşwazî li peymanê kir û diyar kir ku ev peyman gaveke girîng ber bi misogerkirina aramî û yekbûna Sûriyeyê, bidawîkirina terorê û misogerkirina mafên gelê wê ve ye.

(mh/fr)