‛Xewnên şehîdan pêk hatin’

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan salvegera 11’an a Komkujiya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi bîr anî û got xewnên şehîdan pêk hatin.

‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
‛Xewnên şehîdan pêk hatin’
11 adar, 2025   23:09
QAMIŞLO

Çalakî li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo (Otêla Hedaya), bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên Şaredariya Gel û nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Di serî de ji bo bibîranîna şehîdan mûm li pêşiya avahiyê hatin pêxistin.

Nûnerê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osman axivî û got: "Ji yekemîn saziyên di çarçoveya Rêveberiya Xweser de hatiye avakirinî, Şaredariya Gel bû. Endamên wê bi hemû hêza xwe û bi awayekî dilxwazî xizmetî bajêr û şoreşê kir. Ez wekî bavê şehîd Fehid soz didim ku rêya kurê xwe bişopînim."

Rêveberê Şaredariya Gel Mesûd Yûsif şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got: "Em hevrêyên xwe yên şehîd bi serbilindî bi bîr tînin. Xewnên wan ên avakirina civakeke demokratîk pêk hatin. Şaredariya Gel xebatên xwe fireh kirin, gelek şaredarî li bajar û bajarokan hatin zêdekirin."

Di 11'ê Adara 2014'an de çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra komkujiyek li dijî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk anî. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn.

(mh/fr)

ANHA