ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-2-2025
12 sibat, 2025   02:00

Çalakiyên bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku li dijî komploya navnetewî ji aliyê zêdetirî 100 şoreşgeran ve hatibûn pêkanîn, bi xelekeke ji agir plangerî têk bir. BI WÊNE  

Siyasetmedar û çalakvanên sûriyeyî got demokrasî daxwazeke gel e, her wiha tekez kir ku pêkanîna prensîbên demokrasiyê astengên li pêşiya jiyana hevbeş û aştiyane kêm dike û rê li ber avakirina peymaneke civakî vedike.

Pêkhateyên gundê Zexîrê yê Çilaxayê li gel hêzên xwe yên leşkerî komeke parastinê ava kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Civaka êzidî ya li Helebê, bi hêviya vegera li Efrînê, amadekariyên cejna Bêxwîn dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hewl dide bi rêya pêkanîna projeya enerjiya tavê avê ji şêniyên bajêr re dabîn bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navendî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî, li hemberî hemû komployan bi ser dikeve" meşeke navendî li dar dixe, meş ji Çerxerêya Sêvan ber bi Stadyûma Heysem Kiço ya Qamişlo dest pê dike û li wir çalakiyeke girse li dar dikeve, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li deriyê Sêmalka cenazeyê endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYDˋê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) ên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 27ˋê Çileyê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, pêşwazî dike, (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Kesek a Demokratîk ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî panelekê li Nivîsgeha partiyê ya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dixe, hevserokê partiyê Luqman Ehmê panelê bi rê ve dibe, (16:00) BI WÊNE Û DÎMEN