Gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semînerek li dar xistin

Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember rêber Abdullah Ocalan, Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS)’ê li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê semînerek li dar xisti.

Gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semînerek li dar xistin
Gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semînerek li dar xistin
Gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semînerek li dar xistin
12 sibat, 2025   09:12
HESEKÊ

Semînera ku bi dehan gaziyên şer beşdar bûn,  bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî axivê.

Êzidî di destpêka axaftina xwe de di şexsê rêveberên gaziyên şer Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên 11’ê Sibata 2024’an li Qamişloyê di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn hemû şehîdên meha Sibatê bi bîr anî.

Di dewama axaftina xwe de Laleş Êzidî anî ziman ku Komploya Navneteweyî bi rêbazên cuda û êrişên curbicur ên dewleta Tirkiyeyê yaa dagirker didome û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember gelên azadîxwaz, dîsa li Bakurê Kurdistanê li dijî îradeya gel û li Başûr li hember têkoşerên heqîqetê êriş bênavber didomin. Divê em li hember wan êrişan bi îrade û biryardariyeke mezin bisekinin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona têkildarî komploya 15’ê Sibatê hat temaşekirin.

Semîner bi dirûşma, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(k)