ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2025
12 cotmeh, 2025   02:00

Ji 1`ê Cotmeha 2024`an heta 10`ê Cotmeha 2025`an malbatên Rêber Apo û girtiyên din 31 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê 4 caran hevdîtin pêk anîn. Parêzeran 43 serlêdan kirin, tenê carekê hevdîtin pêk anîn. Serlêdanên şandeyên navnetewî, rewşenbîr û rojnamevan qet nehatin bersivandin. Şertên Rêber Abdullah Ocalan nehatin guhertin. 

Cudahiya cewherî di navbera sîstema navendî û ne nenavendî de mezin e, bi taybet di mijara belavkirina erk û berpirsyariyan de. Navendîtî tê wateya hemû biryar di asta jor de werin dayîn. Ev dibe sedema nermbûn kêm bibe û di bersivdayîna guhertinên herêmî de giraniyê pêk tîne. Nenavendîtî di asta îdarî ya herî jêr de jî biryarên xwe yên taybet bi xwe dide. Ev jî lezê dide pratîka herêmî û bersivdayînê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê xebatên xwe yên xurtkirina ewlehiyê li hundir û gundewarên bajar didomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê piştgiriya xwe ya bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re anî ziman û ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re got divê dawî li dorpêç û tundiyê bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê sekretera partiya xwe ya şehîd Hevrîn Xelef, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. Endamên partiyê diyar kir ku ji ber şehîd Hevrîn Xelef banga aştî û yekitiya Sûriyeyê kir, hate hedefgirtin û banga pêkanîna edaletê û hesabxwestina ji kujeran dubare kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî diyar kir ku dewleta Tirk nahêle Rêveberiya Xweser û hikkumeta veguhêz li hev bikin. Rojnameyan destnîşan kir ku Hemas êdî nikare ji rewşê bireve lew ra neçar ma plana Trump qebûl bike.

Kombûna jinan a Zenûbiya û Kongreya Star bi boneya salvegera şehadeta şehîd Hervîn Xelef çalekiyekê li dar dixe. Li Stadyoma 12`ê li bajarê Qamişlo. (10: 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriyeyê ya Siberojê li kantona Reqayê Mihricana Hêvrîn ya Aştiyê li dar dixe. Li Hola El Ered El Seîda li Reqayê. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Şehîd Bawer Agirî li bajarê Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYD`ê li bajarê Dirbêsiyê civîneke berferh li dar dixe, li navenda TEV-DEM`ê ya bajêr. (10: 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Star li bajarê Çilaxa, der barê bidawîbûna hemleya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Abdullah Ocalan, daxuyniyekê dide (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Malbat û hevalên nûçegihana ajansa ANHA`ê şehîd Dilîşan Îbiş, ji bo bîranîna wê çalakiyekê li dar dixin, li mezargeha şehîd Dicle li bajarê Kobanê (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN