Mezlûm Ebdî: Rayedarên Şamê erênî nêzî mijara nenavendîbûnê dibin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî got “Li ser mijara nenavendîbûnê nêzîkatiyeke erênî ya rayedarên Şamê heye. Li ser guhertina destûrê jî nîqaşek heye. Dê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî Wezareta Parastinê bibin û gelê Efrînê jî ji bo vegereke birêxistinkirî amade be.

Mezlûm Ebdî: Rayedarên Şamê erênî nêzî mijara nenavendîbûnê dibin
11 cotmeh, 2025   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di bernameyeke taybet a Ronahî TV’yê de, li ser rewşa siyasî û leşkerî, mijarên hevdîtinên dawîn ên bi şandeyên Amerîka û Şamê re, rewşa koçberan û beşdarbûna QSD’ê ji artêşa Sûriyeyê re, nirxandin. 

Hevpeyvîn bi vî awayî ye:

Şandeyeke amerîkî, nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack hevdîtinek bi we re pêk anî. Di wê civînê de çi hat nîqaşkirin?

Serdana Birêz Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê CENTCOM’ê, serdanek girîng bû. Hem ji bo hevkariya bi QSD’ê û şerê li dijî DAIŞ’ê, hem jî ji bo diyaloga di navbera me û Şamê de tê meşandin, piştgiriya xwe nîşan dan. Rewşa Sûriyeyê, rakirina cezayê Qeyser, pêkanîna tifaqa 10’ê Adarê hatin nîqaşkirin. Her wiha di vê demê dawî de hevdîtinên me û Şamê hinekî rawestiya bûn. Emê çawa van hevdîtinan xurt û bilez bikin, çawa karibin bi hikumeta nû ya Sûriyeyê re, şerê li dijî terorê bimeşînin. Di van mijaran de civînek bi encam pêk hat. Bandora vê jî li hevdîtinên me yên roja din bi Şamê re çêbûn û bû bingehek.

Civînek li Şamê pêk hat û şandeyeke fermî ji vir çû, bi rayedarên hikumeta veguhêz re hevdîtin pêk anîn. Di wê civînê de çi hat nîqaşkirin?

Em dikarin bêjin rêzecivîn çêbûn. Civîn bi Serok Şeri re civiyan, Wezîrê Karê Derve Şeybanî re civînek pêk hat. Me pêvajoya şeş mehên derbasbûyî nirxand, çima heta niha lihevkirin pêş de neçûye? Ya din jî emê ji niha û pê ve çawa pêvajoya diyalogê pêş bixin. Me bi awayek vekirî bi hev re axivî. Ji ber wê jî encamgir bû. Di gelek mijarên esasî de me li hev kir. Helbet wê niha şandeyên me û wan di aliyê pratîkê de hevdû bibînin.

We qala hin lihevkirinan kir, we û Şamê heta niha di kîjan xalan û mijaran de li hev kiriye û gihaştine nêrînekê? Bi taybet di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de.

Yek ji gavên herî erênî civîna me ya bi wezîrê parastinê û gerînendeyê istixbaratê re bû. Em gihiştin biryarekî ku agirbesteke giştî û li hemû çeperan pêk bê. Agirbest yek ji benda esasî ya tifaqa 10’ê Adarê ye. Lê mixanbin vê dawiyê di vê mijarê de gelek zêdegavî çêbûn. Ev bû sedem ku hêzên derveyî destwerdana mijarên me yên hindir bikin. Ya girîng jî ewe ku em van hevdîtinan di asta herî bilind de bidomînin. Mijarên weke destûrê, leşekerî, ewlekarî de jî nîqaşek çêbû. Her çendî di hinek mijaran de me bi temamî li hev nekiribe jî, me nêrînên hevdû fêm kir. Hinek mijaran de jî hevhatinek mebdeî çêbû, li ser vî esasî hevdîtinên me dikarin bidomin.

Di çarçoveya van nîqaşên we de, gavên pratîkî ên pêşiya we çi ne?

Me berê jî got em Sûriyeyek ne navendî dixwazin. Me ev nîqaş kir. Dibe ku em di mijarên mustelehatan de weke hev nafikirin, lê vînek heye ku em li ser naverokê li hev bikin. Li ser mijara nenavendîbûnê nêzîkbûnek hevbeş heye. Dê şandeyek Rêveberiya Xweser li bajarên Sûriyeyê bigere û pergala nû binêre. Dê nêrînên xwe jî bidin, di aliyê nenavendî û rêveberiyên herêmî de. Dê di mijara çêkirina destûrê de xebatek bê çêkirin. Lê em dixwazin destûra hatiye çêkirin, guhertin çêbin. Hinek bendên di peymana 10’ê Adarê de, di destûra nû de tune ne. Ew jî ne li dijî guhertinan in. Dê ev mijarê de nêzîkbûnek erênî heye, me gavek pêş de avêt.

Hûn ê jî beşdarî guherandina destûrê bibin?

Gelek gav dê bi hev re bên avêtin. Nêzîkatiyek li gel rayedarên Sûriyeyê nêzîkatiyek heye, pêwîste hinek gav bên avêtin. Aliyê leşkerî girîng dibînin. Beşdarbûna QSD’ê ji artêşa Sûriyeyê de weke yekbûna axa Sûriyeyê dibîne. Em jî ne li dijî vê ne. Lê divê liser esasê Sûriyeyek ne navendî çêbibe. Em bawerin di dema pêş de, di mijara guhertina destûrê de hinek pêşketin çêbin.

Divê entegrasyona QSD’ê di artêşê de hem jî pêşniyarên we ji artêşa Sûriyeyê de çi ne? QSD çawa entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe?

Dema me peymana 10’ê Adarê îmze kir, mijara herî zêde me li ser nîqaş kir, me wê demê li hev kiribû. Me li ser beşdarbûna QSD’ê di artêşê de li hev kiribû. Me careke din li ser teqez kir. Ahmed Şeri jî ji vê re vekirî bû û ji nêrînên me re vekirî bûn. Me li ser beşdarbûnê li hev kir, lê helbet dê şande hevdîtinan pêk bînin û hûrgiliyan biaxivin. Ji bo me ya esasî ji bo keda hatî dayîn vala neçe, divê cihek layîqî xwe di artêşê de bigire, artêşa Sûriyeyê xurt bike û tirsa gelê me ji holê rake. Her kes jî dixwaze ji vê tecrubeyê sûdê wergire, wezîrê parastinê jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi xibreta QSD’ê heye. Di vî alî de lihevkirinek çêbû. Dê di demeke kurt de şandeya me ya leşkerî here gel wezareta parastinê û vê nîqaş bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê nîqaşê de çawa ketin rojevê?

Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî wekî QSD’ê jî beşdarî hêzên ewlekariya hundirîn a Sûriyeyê bibin. Me tecrubeyek ji Şêxmeqsûdê jî girt. Dê ev pêvajo jî dest pê bike. Dê şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li gel QSD’ê here Şamê û vê mijarê nîqaş bikin. Li ser hûrgiliyan nîqaş bikin.

We qala şerê li dijî DAIŞ’ê kir. Niha hewl tê dayîn Şam jî beşdarî nava koalîsyonê bibe. Ji niha û pê ve têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dê bi çi awayî be?

Li gorî koalîsyona navnetewî ji me re got “me ji fermî ji dewleta Sûriyeyê xwestiye beşdarî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibin”. Li gorî me fêm kirî Şam erênî lê dinêre. Di civîna Hesekê de jî hinek daxwaz ji me hatin kirin. Me jî guncaw dît. Mijara girtîgehan de, kampa Holê, malbatên DAIŞ’ê, bi alîkariya hêzên Amerîkî yekîneyek hevbeş li dijî DAIŞ’ê. Heta niha ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînek li dijî DAIŞ’ê dihat meşandin, niha dê bibe netewî û li ser asta Sûriyeyê.

Yek ji bendên sereke yên peymana 10’ê Adarê vegera koçberan e. Bi sed hezaran kes ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne û gel jî li bendê ye. Di nîqaşan de ev mijar gihaştiye kîjan qonaxê?

Civînên dawî de hat nîqaşkirin. Hîna hinek pirsgirêkên ewlehiyê hene. Lê dem hatiye ku vegerek rêxistinî çêbibe, metirsiya gel heye. Civînê de jî hate pejirandin ku êdî veger çêbibe. Di rojên pêşiya me de dê xebatek ji bo vegera gelê me yê Efrînê çêbibe, divê gelê me yê Efrînê jî xwe ji vê re amede bike. Her wiha rewşa Girê Spî û Serêkaniyê jî di rojevê de ye. Heman demê de kesên ji herêmên me jî koçber bûne hene, em mîsogeriyê didin wan jî ku vegerin cihê xwe.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pevçûnek derket, rê hatin girtin. We çawa li vê mijarê temaşe kir û wê demê jî hûn li Şamê bûn?

Herkes dizane ku herdû tax ji bo Helebê tu caran xeteriyê çênakin. Îdayên di vê mijarê de tên kirin ne rast in. Ji ber wê jî yek ji xala girîng xala agirbestê bû. Hinek hêz li Helebê provakasyonê çêdikin. Raste bi tenê di nava Helebê de ne, lê doza herkesî ye. Çareseriya herî baş pêkanîna hevpeymana Nîsanê ya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Ez jî berxwedana gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz dikim. Ji herkesî re dan nîşan ku dikarin xwe biparêz in.

Di civîna dawîn de gelo qala mafê kurdî hate kirin ku yek ji bendên peymana 10’ê Adarê bû?

Mijara Kurdî de rayedarên Şamê dibêjin li gel me tu pirsgirêk tune ye. Di peymana 10’ê Adarê de jî hebû, lê hîna neketiye pratîkê. Ya girîng pratîk e. Pêwîste destûr were guhertin, di wir de bê diyarkirin. Dîsa mijara ziman û perwerdeyê heye. Lê bi giştî nêzîkatiyek erênî heye. Ew jî bi rêya şandeya Kurdî çêbibe, şande here Şamê û nîqaş bike. Ew jî amedekariya xwe dikin. Em li ser kar dikin ku demek kurt çêbibe.

Rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de hûn çawa dibînin, taybet di hevdîtinên we yên bi Şamê re, hevdîtineke we bi Tirkiyeyê re heye ya na?

Me ev mijar di hevdîtinên bi Şamê re nîqaş kir. Divê Sûrî-Sûrî mijarên xwe çareser bikin. Raste hinek dewlet hene garantorî dikin, lê wisa destwerdan nayê pejirandin. Tirkiye dikare rolek erênî bilîze, bandora wê li ser Sûriyeyê nayê înkarkirin. Berjewendiyên wan jî bên dîqetkirin. Di navbera me û Tirkiyeyê de qanalên vekirî hene û em hêvî dikin demê pêş de zêdetir pêş bikeve.

(bî)

ANHA