Li Hesekê li qada aştiyê cejnên pêkhateyan hatin pîrozkirin

Pêkhateyên bajarê Hesekê wekî nîşandana bertekê li hemberî paşguhkirina cejnên neteweyî yên wan, agirê Newrozê li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê dadan.

11 cotmeh, 2025   23:19
HESEKÊ

Di biryarnameya 188'an a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de cejnên neteweyî yên pêkhateyên Sûriyeyê ji wan Cejna Newrozê, Çarşema Sor, Ekîto û cejnên Ermenan wekî cejnên fermî yên Sûriyeyê nehatin naskirin.

Ji bo nîşandana bertekekê li dijî vê biryarê çalakvanên bajarê Hesekê çalakiyek li qada Aştiyê ya bajêr bi beşdariya nûnerên saziyên çandî, civakî û siyasî yên ji hemû pêkhateyan, li dar xist.

Di çalakiyê de agirê Newrozê hat pêxistin û merasîmên cejnên Ekîto û yên Ermenan hatin lidarxistin.

Her wiha govend û berhemên hunerî yên ku pirrengiya çandî ya bajêr nîşan didin, hatin pêşkêşkirin.

Beşdarên çalakiyê diyar kir ku peyama wan xurtkirina jiyana hevbeş û hevgirtina civakî û parastina mafên pêkhateyan e.

Di dawiya çalakiyê de hemû pêkhateyan govend gerandin.

(mh/k)

ANHA