ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 - 10 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 - 10 - 2024
12 cotmeh, 2024   02:00

Hiqûqnasên ji bajarê Şedadê diyar kir ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dê gelan ji zilm û despotîzmê rizgar bike û got azadiya wî ya fîzîkî daxwaza tevahî pêkhateyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa destnîşan kir ku dadgehên Ewropayê der barê doza qetilkirina keça wê de bêdeng in û hîna hesab ji kujeran nexwestine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hatina dema cotkirina erdên çandiniyê re, cotkarên zeviyên wan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ne bi fikar in ku ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve werin hedefkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan di Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê de helwest, êş û hêviyên xwe îfade kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kantona Firatê semînerekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên Rojhilata Navîn li Kongreya Îslama Demokratîk li mizgefta Şerîa ya bajarê Kobanê dide, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li ser komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerekê li hola Teyfûr a bajarê Hesekê dide, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê Festîvala Hevrîn a Aştiyê di salvegera 5'emîn a şehadeta şehîd Hevrîn Xelef de, li Navenda Çandê ya bajarê Tebqayê li dar dixe, saet di 10:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan li ser şehîdbûna 2 zarokên birayên hev û birîndarbûna 3 din di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Minbicê daxuyaniyekê li pêşiya dibistana şehîd Mustefa Yûsif Gulo dide, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 3'yemîn a Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bi dawî dibe. Tê de tîmên beşdar li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tên xelatkirin, saet di 13:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê şahiyek ji bo derçûna xwendekarên Peymangeha Mamosteyên Refê û Peymangeha Teknîkî û Pîşesazî li Parka Azadî ya Qamişlo li dar dixe, saet di 15:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 5'emîn a Bawer Agir a ciwanên Şoreşger bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û "Bi ruhê ciwanan em ê cenga azadiyê ser bixin" li qada Jina Azad a Kobanê li dar dixe, saet di 16:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Malbat û hevrêyên rojnamevan û nûçegihana ajansa me şehîd Dilîşan Îbiş di salvegera şehadeta wê de wê li ser gora wê li goristana şehîd Dîcle ya Kobanê bi bîr tînin, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)