‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza tevahî pêkhateyan e’

Hiqûqnasên ji bajarê Şedadê diyar kir ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dê gelan ji zilm û despotîzmê rizgar bike û got azadiya wî ya fîzîkî daxwaza tevahî pêkhateyan e.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza tevahî pêkhateyan e’
12 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Hiqûqnasên ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji me re axivîn.

Hediya El Kurdî Komploya Navneteweyî, pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêbertî li hemberî zilm û despotîzmê rabû, banga jiyana hevbeş û rizgarkirina jinan ji qeydên hişmendiya baviksalar kir."

Hediya, Rêber Abdullah Ocalan wek “ronahiya ku rêya siberojê ji nişfên bê re ronî dike” pênase kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Hiqûqnas Mihemed El Xelîl destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dê gelên herêmê ji koletî, zilm û despotîzmê rizgar bike. Her wiha bi bîr xist ku hêzên komploger ramanên Rêber Abdullah Ocalan wek xetere li ser xwe dîtin, lewre ew dîl girtin.

El Xelîl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopdarên fikrên Rêbertî ne. Em dest ji têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk bernadin."

Ferhan El Salih jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ê banga jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhate û çandan de dike, ketiye dilê bi milyonan kesî.

El Salih diyar kir ku armanca pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen yek e, ew jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

(bb)

ANHA