ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-1-2024
12 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê ji bo ku bajarê xwe biparêzin û piştgiriya QSD`ê bikin, xwe di nava HPC`ê de bi rêxistin dikin.

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêgirtina li ber veguhestina cenazeyên rojnamevan Cîhan û Nazim ji aliyê hikumeta AKP û MHP`ê ve, şermezar kir. Rojnamevanan got nehiştina derbasbûna cenazeyên rojnamevan Nazim û Cîhan ber bi Bakurê Kurdistanê ve sûceke dermirovî ye.

Çalakvan û siyasetmedarên jin ên sûriyeyî gotin divê jin tev li avakirina Sûriyeya siberojê bibin. Di heman demê de hewldanên dûrxistina jinan ji qada siyasî û sînordarkirina rola wan di hin qadên diyar de, red kirin.

Nûnerên mezheb û olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû gelê Sûriyeyê kirin ku bibin yek li hember cudakarî û fitneyê.

Di êrişên dagirkirî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Mijdara 2024ˈan heya destpêka 2025ˈan de 92 şênî şehîd bûne, 43 jî birîndar bûne û di rêwîtiya koçberiya ji Efrînê de jî 300 kes ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Di mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa peyamên şandeya Ewropî ji HTŞˋê re, astengiyên li pêş serokê nû yê Lubnanê û şewatên li Californiyayê hat kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ibrahîm El Ibrahîm ê ku di 9ˋê Çileyê li Dêr Hafir şehîd bûbû de li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê merasîma definkirinê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê û endamên saziyên wî li bin konê sersaxiyê li taxa Kelasê sersaxiyê dide malbatên şehîd Zozan, Avaşîn û Şahîn ên ku di Çileyê de şehîd bûne. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Til Hemîsê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê li navenda Çand û Hunerê semînerekê dide, (11:00), her wiha Kongra Star li nivîsgeha PYDˋê ya Amûdê û li bajarê Girkê Leêg li nivîsgeha Sandîkaya Karkeran bi heman boneyê civînan li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Suryanî der barê rewşa li Sûriyeyê li Çerxerêya Sêfo ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Gel ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê li hola Zana ya Qamişlo atolyeyekê organîze dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelê kantona Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Mistefa Hecî Mihemed li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN