ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2026
12 gulan, 2026   02:00

Amna Xidro diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo ku şer li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi dawî bibe, firseteke mezin e. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerên parêzgeha Hesekê yên parlamentoya Sûriyeyê 13 kes in. 5 kes dê ji aliyê Ehmed El Şara ve werin tayînkirin û 8 kes jî dê bi rêya komîteyên herêmî werin hilbijartin.

Komîteyên entegrasyona demokratîk li ser dosyaya desteserkirina erdên Kurdan di projeya Kembera Erebî û serjimariya awarte de, nîqaş dikin.

Kovan Keno destnîşan kir ku Kurd di dîrokê de rastî gelek komkujiyan hatine, ev siyaset hîna dewam dike, ji gelê Kurd tê xwestin ku yekitiya xwe xurt bike da ku li hember qirkirinê bê deng nemîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Gundên di navbera Til Temir û Zirganê de di şer de wêran bûbûn û bê xwedî mabûn. Malbat hewl didin malên xwe ji nû ve lê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Serbest (Mehmûd Macid Bekir) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê bajarê Amûdê bi armanca hevgirtina bi YPJˊê meşekê ji Çerxerêya Qada Jina Azad ve dest pê dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Girkê Legê ji bo piştgiriya YPJˊê meşekê ji Qada Şehîd Xebat ve dest pê dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Yekitiya Parêzerên Kurd bi sernavê "Bi hev re ji bo misogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de" paneleke hiqûqî li Kafeteryaya Mîrland a Qamişloyê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Zimanê Kurdî de, Kongra Star li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyekê dide, 11.0ˊan, Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo Pêşangeha Pirtûkên Kurdî heta 3 rojan bi beşdariya hejmara ji pirtûkxane û saziyên weşanê li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê vedike, 10.00ˊan, dûre pirtûka Xwerist a nivîskar Ebas Îsmaîl tê îmzekirin, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê filmê Rêya Dûr pêşkêş dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN