Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e

Beşdarên panela diyalogê ya têkildarî rola YPJˊê ya li Misrê hat lidarxistin de diyar kir ku ezmûna YPJˊê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji ezmûnên herî îlhamdar ên jinan li herêmê ye.

Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
Ji panela li Misrê: Ezmûna YPJˊê îlhamdar e
11 gulan, 2026   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Weşanxaneya El Nuxbe li Foruma Çandî ya Misrê li Qahîreyê panelek bi navê "Dema ku jin çîroka mirovan vedibêje, xwendinek ji pirtûka Rêwîtiya Azadiyê" organîze kir.

Bi sernavê "Jînenîgarî wekî Neynika Veguherînan" edîtora rêveber a rojnameya El Ehram, Esma El Huseynî, pirtûka serpêhatî ya Şîlan Ehmed nirxand û behsa çawa bîrname ji çîrokeke takekesî vediguhere şahidiyekê ji bo qonaxeke tevahî ku herêm tê de jiyaye.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Qahîreyê Leyla Mûsa jî bi sernavê "Jinên Kurd: veguherîna rolê û çêkirina Hebûnê" ezmûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola jinan di derbasbûna ji paşguhkirinê ber bi çalakiyê ve, ne tenê di demên krîzan de, lê di heman demê de di ji nû ve avakirina civakan û damezrandina nirxên edalet û rûmetê de jî nirxand.

Bi sernavê "Ezmûnên jinên rêxistinkirî û rola wan di rûbirûbûna zehmetiyan de" parêzer Macîde Reşwan li ser ezmûna YPJˊê, ji hêla şiyana wan a rêxistinkirin û parastina dîsîplînê, rola wan di parastina civakên herêmî, beşdariya wan di rûbirûbûna tundrewiyê de û derfeta ku ev ezmûn di pêşerojê de di çarçoveyên neteweyî yên berfireh de pêşve biçin, nîqaş kir.

Profesorê Zanistên Siyasî û Cîgira Serokê Berê yê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, Semaa Silêman di gotarek bi sernavê "Ji ezmûnê ber bi hevkariya civakî" de li ser ka ezmûnên dijwar ji bo hin kesan çawa dikarin bibin derfetên ji bo nêzîkbûna di navbera pêkhateyên herêmê de û rola ku destpêşxeriyên çandî û medyayî dikarin di avakirina pirên baweriyê yên navbera gelên Ereb û Kurd de bilîzin axivî.

Panel ji aliyê rêveberê Weşanxaneya El Nuxbe Usame Îbrahîm ku pirtûk derxistiye ve hate pêşkêşkirin û ji aliyê kesayeta medyayê Dr. Profesor Nadiya El Sibaî ve hate moderatorkirin.

Panel bi tekezkirina ku ezmûna YPJˊê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek pêşeng e, modelek ku ji pevçûna leşkerî wêdetir diçe û beşdariya di parastina civakê û avakirina aramiyê de jî dihewîne, bi dawî bû.

Beşdarên panelê banga lêkolîna akademîk a vê ezmûnê û sepandina wê ji bo hêzdarkirina jinan li herêmê hat kirin, çîrokên îlhambexş ên jinan veguherînin fîlm, pirtûk û bernameyên perwerdehiyê, di heman demê de destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine biparêzin.

(fr)