ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2026
12 nîsan, 2026   02:00

Şêniyên Çilaxayê berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Azadiya Rêber Apo misogeriya aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn e." BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Salih Mihemed Ebdo diyar kir ku Kurd îro ji her demê bêtir nêzî çareserkirina pirsgirêka kurdî bûne û tevgera kurdî derbasî merheleyeke nû bûye ku xurtkirina yekitiyê û avakirina lêvegereke kurdî ya giştî hewce dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi gotinên tijî êş û hêvî Nayif Hisên hûrgiliyên dîlgirtina kurê xwe Elî Esker vegotin û daxwaza serbestberdana wî û hemû dîlgirtiyên kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûna benzînê kûrtir dibe, bi sedan otomobîl li ber îstasyonê rêzên dibin. Heldanên çareserkirinê jî dewam dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Der barê agirbesta di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de nirxandinên cuda derketin. Hinekan ev yek wekî agirbesteke demkî ku derî li mûzakereyan veke bi nav kirin. Hin din jî diyar kir bi agirbestê navbereke kurt didin şer û ji ber dosyayên bi nakok hîna nehatine çareserkirin, dibe ku şer careke din dest pê bike.