Parêzgarê Hesekê cejna Paskalyayê li pêkhateya Xiristiyan pîroz kir

Parêzgarê Hesekê bi boneya Cejna Paskalyayê pîrozbahî li pêkhateya Xiristiyan kir û diyar kir ku ev cejn derfetek e ji bo xurtkirina rihê biratî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.

Parêzgarê Hesekê cejna Paskalyayê li pêkhateya Xiristiyan pîroz kir
11 nîsan, 2026   21:45
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed bi boneya Cejna Paskalyayê (salnameya rojhilat) , pêkhateya Xiristiyan pîroz kir.

Ehmed diyar kir ku "ev cejna pîroz nirxên mezin ên hezkirin, lêborîn û nûjenkirinê dihewîne, û ew derfetek e ji bo xurtkirina rihê biratî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civaka me de."