ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2024
12 adar, 2024   02:00

Serokê qebîleya Tey a Ereb diyar kir ku Serhildana Qamişloyê ya bi pêşengiya Kurdan “ji tevahî gelê Sûriyeyê re bû meşaleyeke têkoşînê” ya li hemberî polîtîkayên kuştin û çewisandinê yên rejîma Baasê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî daneyên fermi 40 partiyên siyasî ruxset ji Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wergertine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Oldarekî diyar kir ku rastiya Remezanê ew e ku ji bo mirovan derfeta fikirandin, xweragirtin, geşkirina rihm û hevgirtinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa navçeya Til Hemîsê der barê salvegera Serhildana 12ˊê Adarê de daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê serdana gorên 2 şehîdên Serhildana 12ˊê Adarê li gundên Hîlwe û Til Marûf dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrikê ji bo bîranîna Şehîdên Serhildana 12ˊê Adarê meşekê ji Qada Azadî de li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo bîranîna Şehîdên Serhildana 12ˊê Adarê li Yarîgeha Şehîdên 12ˊê Adarê ya li Qamişloyê de merasîmê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Kantona Firatê der barê salvegera Serhildana 12ˊê Adarê de daxuyaniyekê dide, û dûre li Kobanê di navbera tîmên Kobanê û Sirînê de maçek tê lidarxistin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê salvegera Şehîdên Serhildana 12ˊê Adarê li navçeya Ehrezê ya Şehbayê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya derbasbûna 20 salan di ser Serhildana Qamişloyê re Meclisa Hesekê û meclisên navçeyên wê daxuyaniyekê hevbeş didin, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa bi boneya salvegera Şehîdên Serhildana 12ˊê Adarê meşekê ji pêş meclisê li bajarokê Abîre li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA