ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 - 8 - 2025
11 tebax, 2025   02:00

Şêniyên bi darê zorê ji Efrîna dagirkirî hatine koçberkirin diyar kirin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê nikare şert û mercên ewle ji bo vegera koçberan peyda bike. Şêniyan ji bo bidawîkirina dagirkeriyê daxwaza destwerdana navneteweyî ya bilez kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya kantona Reqayê ji bo kêkirina bandora germê li ser zeviyên pembo û garisê hin şîret dan cotkaran. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ên Helebê diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulkah Ocalan daxwazeke wan a serekeye û ew tu carî gavan jê paş ve navêjin. Jinan destnîşan kirin heta ev daxwaz pêk were ew ê têkoşîna xwe ya çandî û bîrdozî mezin bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Siwêda ya dorpêçkirî, derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Hêrsa xelkê bajêr li hember siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bilindtir dibe. Di heman demê de xelkê bajêr ji bo sivikkirina bandora krîza mirov a li wir çêbûye, banga destwerdana derve û vekirina korîdoran bi Urdunê û Rêveberiya Xweser re dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariyên Gel ên bajarên Dirbêsiyê û Dêrikê civînên xwe yên nîva salê bi beşdariya şêniyan û nûnerên komînan li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê û li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê li dar dixin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê merasîma xiyabî ya hejmarek şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çabd û Hunerê Olîmpiyada Arîtrmetîka Zihnî li navenda xwe ya bajarê Tebqayê li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Bêkes Çilaxa li pakrewangeha şehîd Xebat oxir dikin (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Ehmed Hisên El Dixûl li pakrewangeha şehîd Dijwar oxir dikin (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN