YPG: 2 DAIŞˊî li Holê yê Hesekê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya YPGˊê diyar kir ku TOLˊê yên girêdayî QSDˊê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Holê yê Hesekê operasyonek li dar xist, di encamê de 2 endamên DAIŞˊê hatin girtin.

YPG: 2 DAIŞˊî li Holê yê Hesekê hatin girtin
11 tebax, 2025   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî operasyonek ewelekariyê li bajarê Holê li dar xist, bi wê re 2 DAIŞˊî hatin girtin.

Daxuyaniya YPGˊê wiha ye:

"Di 9ˊêê Tebaxa 2025an de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, operasyoneke ewlekariyê li bajarê Holê yê Hesekê pêk anîn. Operasyonê şaneyeke DAIŞ’ê ya ku di veguhestin û birêvebirina çavkaniyên aborî û lojîstîkî yên rêxistinê de çalak bû, armanc kir.

Di encama operasyonê de du endamên şaneyê hatin girtin:

Saad Muxlif El Huseyn (Ebû Seyf)

Mihemed Şakir Muxlif

Ev operasyon beşek ji hewildanên domdar ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk e ji bo şopandina şaneyên DAIŞê, astengkirina çalakiyên wan, û misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê ji gefên terorîstî."

(fr)