ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 - 10 – 2024
11 cotmeh, 2024   02:00

Komploya Navneteweyî kete sala 27`an. Hemwextî wê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, têkoşîna xwe mezin dikin. Şêniyên bajarê Dirbêsiyê di vê çarçoveyê de got ew ê li qadan bin ta ku Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de dibînin.

Endamê Maseya Krîzê ya koçberên Lubnanê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mustefa Hemo diyar kir ku ew hewl didin ji mexdûrên Lubnanê re xaniyan bi awayekî bêpere peyda bikin. Her wiha destnîşan kir ku hinek ji wan li kampên kantona Efrîn û Şehbayê tên bicihkirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku kiryarên xwe yên hovane binixumîne û rê nede ku werin teşhîrkirin, rasterast rojnamevanan dikin hedef. Di êrişên li ser Serêkaniyê de 4 rojnamevan şehîd xistin.

Şeniyên Gundê Dêrna Axî ya bajarê Çilaxa karê xwe bi hev re dikin û jiyana xwe bi awayekî komînal birêxistin dikin.

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêşiya Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê sersaxiyê didin şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Xemgîn Heleb, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn a Huner û Çanda Jinan di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê çalakiyekê li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê û Yekitiya Rewşenîbrên Kantona Cizîrê di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyeke hunerî çandî li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)