Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê

Şeniyên Gundê Dêrna Axî ya bajarê Çilaxa karê xwe bi hev re dikin û jiyana xwe bi awayekî komînal birêxistin dikin.

Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
Mînaka jiyana hevpar: Dêrna Axê
11 cotmeh, 2024   06:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gundê Dêrna Axî li bakurê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye. Yek ji gundên herêma Aliya ye. Nifûsa wê 540 e û 190 mal lê heye.

Gund bi xwezaya xwe ya bedew tê naskirin. Tê de kaniyên kevnar hene ku gundî di çandiniyê de sûdê jê digirin.

Şêniyên gund xwe bi xwe, xebatên gund dimeşînin. Di nava komînê de xwe bi rêxistin dikin, ji bo ku pere kom bikin û pê xebatên xizmetguzariyê peyda bikin, sindoqek çêkirine.

Di Çileya 2023`yan de binesaziya herêmê di encama êrişên hewayî yên dewlet Tirk a dagirker destasyonên kehrebeyê û avê rawestiyan. Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û beşeke mezin ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û gelek gund bê kehrebe û bê av mane. Li hember vê aloziyê, şêniyan rêbazên alternatîfê peyda kirin.

Şêniyên gund Bi hev re jenerator û bîran ji bo peydakirina kehrebeyê pêyda kirin.

Şêniyên vê gundê ne cara yekême jeneratorê bi komînal bi hev re ji bund re peyda dikin.

AVAKIRINA 2 HOLÊN SERSAXIYÊ

Ji bo kêmkirin anjî sivikirina barên sersaxiyê li ser şêniyan, gundi 2 holên sersaxiyê; yek a mêran û yek a jinan ava kirin. Şêniyên gund û yên li derve bi hev re pere kom kirin û dest bi avakirina her du holan kirin.

Her wiha sala borî, şêniyan enerjiya tavê li her du holan bi cih kirin, ji bo ku kehrebe her tim lê peyda bibe.

AVAKIRINA GORISTANEKE NÛ Û MIZGAFTEK

Gundiyan karên xwe bi awayekî komînal domandin. Di vê çarçoveyê de goristaneke nû û mizgefteke biçûk ava kirin. Ji bo avakirinê şêniyê bi navê Nayif Mirî parçeyeke erd bê pere da û şênî bi hev re bi rêya komînê, bi vî karî rabûn.

ZÊDEKIRINA ŞÎNKAHIYÊ Û SÛDGIRINÊ JI XWEZAYA GUND

Şêniyên gund ji bo ku sûdê ji xwezaya wê û ava kaniyan bigirin, sala 2020`an dest bi avakirina seyrangeha "Bîra Banî" li bakurê gund kirin û sala 2022`yan xebatên avakirinê bi dawî kirin.

Seyrangeh li kaniya ku di serdema dagirkeriya fransî de hatiye avakirin. Fransiyan restore kiribûn. Şêniyan ji ava kaniyê sûd girt ku bi rêya cihokan av digihaşt gund. Niha bi rêya wê darên li dora kaniyê tê çandin, tên avdan.

Rûbera seyrangehê 7 donim e. Tê de darên berhemdar û daristanî mîna merx û sewliyê hatine çandin. Di seyrangehê de bîr, kaniyek heye ku di havînê de zuha dibin û di zivistan piştî barîna baranê diherike.

Şêniyên gund li kêleka wan projeyan, plan dikin ku kafêteriya li seyrangehê ava bikin û ji qezenca wê, projeyên din çêkin.

Mecdî Silêman endamekî komîna gund e, ji ajansa me re behsa xebatên komînal kirin û got: "Armanca me xweşikkirina gund e û birêxistinkirina xwe ye."

Silêman wiha domand: "Gund gundê me ye. Gereke em bi xwe, xizmeta xwe bikin. Ji ber ku em civakeke komînal in bingeha xwebirêxistinkirin e."

Mecdî Silêman di dawiyê de bang li şêniyên gundên din kir ku mîna wan bikin û xwe bi xwe, karê xwe bikin.

(şx)

ANHA