ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 5 – 2025
10 gulan, 2025   02:00

Xelkê bajarê Til Birakê diyar kir ku ku heke Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan were paşguhkirin an jî paşxistin, dê encamên nebaş bi xwe re bîne û got “Gava yekem a aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Ji zêdetirî 70 salan ve nakokî di navbera Hindistan û Pakistanê de hene. Di dema dawîn de li ser herêma Keşmîrê alozî di navbera herdu aliyan de derket û ev nakokî careke din derketin rojevê.

Çalakvanên siyasyî yên Sûriyeyî Nîzar Ebû Fexr û Cemal Derwîş nêzîkatiyên desthilata heyî ya Şamê rexne kirin û got ku ji bo serxistina pêvajoya siyasî ya derbasbûnê divê prensîbên şoreşê û biryara 2254’an a NY’yê were pêkanîn û çanda hemwelatîbûnê bê avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Tebqayê di salvegera 8’an a rizgarkirinê de diyar kir ku Tebqa bi saya hevgirtina pêkhateyan rizgar bû. Şêniyan destnîşan kir ku dê berxwedanê bidomînin û destkeftiyên şehîdan biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di Sempozyuma 5'an a Hunera Şêwekariyê ya bajarê Tebqayê de gelek dibistanên hunera şêwekariyê beşdar bûn. Ev jî bû sedema veguhastin û parvekirina ezmûnan di navbera şêwekarên beşdar de. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên Hesekê û Serêkaniyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyeyê (Yekîtî) paneleke bi sernavê (Yekrêziya Kurdî û rêya diyloga bi şamê û pêkhateyên Sûriyê de) li dar dixe. Li bexçeyê Xwendinê li bajarê Qamişlo. (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger der barê roja ciwanan di şoreşa gelan û siberoja Sûriyeyê de panelekê li dar dixe, xwaringeha Marbila li bajarê Hesekê. (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dirbêsiyê ji bo şervana HPG`ê şehîd Nûr Xele (Sorxwîn) merasîma xiyabî li dar dixe. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo dê sersaxiyê bibin malbata şervanê QSD`ê şehdî Ceger Gulo. (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê dê cenazeyê şervanê QSD`ê şeîd Kemal El Elî li goristana Elhikûmiyê oxir bikin. (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya salvegera 8`mîn a rizgarkirina kantona Tebqyê, şêniyên kantonê dê şahiyekê li dar bixin, li Stadyoma Yekîtiya Werzişê ya Tebqayê. (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN