Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev

Di Sempozyuma 5'an a Hunera Şêwekariyê ya bajarê Tebqayê de gelek dibistanên hunera şêwekariyê beşdar bûn. Ev jî bû sedema veguhastin û parvekirina ezmûnan di navbera şêwekarên beşdar de.

Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
Sempozyuma Şêwekariyê çand û dibistanên hunerî anîn ba hev
10 gulan, 2025   07:35
TEBQA

Pirrengiya dibistanên hunera şêwekariyê yên di Sempozyuma 5'an a Hunera Şêwekariyê ya bajarê Tebqayê ya bi navê "Li ber rîtmên rengên Sûriyeyê" de beşdar bûne, bala beşdar û mêvanên sempozyumê kişand.

Der barê vê de, şêwekar Hemûd El Silêman ê ku ji bo cara 3'yemîn di sempozyumê de beşdar dibe got: "Her salê ez dibînim pêşketin li gorî sala borî çêbûye. Hem di aliyê cûreyên beşdaran de hem jî di aliyê dibistanên hunerî yên beşdar de."

El Silêman diyar kir ku ji bo dewlemendiya sempozyumê, şêwekar li gorî dibistanên wan ên hunera şêwekariyê hatin hilbijartin û sal bi sal jî beşdarên nû yên hilbijartin, bi taybetî yên ciwan.

Sempozyumê di 3'yê Gulanê de dest pê kir û di 8'ê heman mehê de bi dawî bû.

Di sempozyumê de 31 şêwekarên ji seranserî Sûriyeyê beşdar bûn. 2 peyker û 65 tabloyên hunerî yên gelek dibistanên hunera şêwekariyê hatin pêşandan. Tablo dê di demeke nêzîk de li Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya li bajarê Qamişlo de werin pêşandan. Di wê pêşangehê de zêdetirî 100 berhemên hunera şêwekariyê dê werin pêşkêşkirin.

BANDORA ÇANDA XWECIHÎ LI SER BERHEMAN

El Silêman got ku çanda herêma Cizîrê ya girêdayî rengên axê bandor li berhemên hunerî kir. Di berheman de pirsgirêkên herêmê hatin diyarkirin.

El Silêman wiha domand: "Şêwekarên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xalên nû yên ku dikarin li tabloyên xwe zêde bikin, vedîtin. Ev jî hişt ew ji çanda herêmê nêzîktir bibin."

DI SEMPOZYUMÊ DE PEYKERTRAŞÎ

Di sempozyumê de 2 peyker hebûn, yek ji wan a şêwekar Nalîn Temo bû. Nalîn Temo got ku berhema wê li ser jinên Sûriyeyê ye ku wê tê de taybetmendiyên jinên Sûriyeyê wekî hêz, îsrar û serbilindiyê diyar kirine.

Nalîn Temo got ku di sempozyumê de berhemên peykeran kêm bûn ji ber wê ew herdu peykerên beşdar bala mêvanan kişand û got: "Ev ji min re bû handan û moralê min bilind kir da ku ez vî karî bidomînim. Gelek mêvanan jî piştî ku berhemên min dîtin hez kir fêrî peykerçêkeriyê bibin."

Peykerê din ê şêwekar Husamedîn El Meter bû. El Meter serê hespê resen ê Erebî çêkir û ji ajansa me re got: "Hespê Erebî di çanda xwecihî de cih girtiye û xwedî sembolîkiyeke mezin e."

El Meter diyar kir ku sempozyumên wiha hanê didin şêwekaran da ku karê xwe yê hunerî bidomînin û keda Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya kir.

(mh)

ANHA