ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 4 – 2025
10 nîsan, 2025   02:00

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê got heta ku dewleta Tirk axa wan dagir bike û rê li ber vegerê bigire, aştiyeke rast pêk nayê. Her wiha destnîşan kirin ku hebûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li pêşiya vegereke ewle asteng e. BI WÊNE Û DÎMEN  

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê belgeyeke xwecihî ye, lê ew projeyeke destûrî ya niştîmanî ye ku xwe dispêre tecrûbeya realîst û divê bi cidî were destgirtin û bibe bingeha destûra Sûriya nû. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarokê Abrê yê Çilaxayê, projeya baxçeyê parastî li bajaroê Abrê careke din da destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di ser daxuyaniyên heyeta Îmraliyê re pir wext derbas bû. Her çend biryara 'danîna çekan û feshkirina PKK'ê' rîskan bi xwe re tîne jî, êdî bangeke wiha hate kirin. Li gel nêzîkatiyên dewletê yên bêbawerî, Rêber Apo însiyatîfa yekalî li xwe girt û berpirsyariya dîrokî jî da ser milê xwe. Piştî vê jî êdî dora dewletê ye. BI WÊNE

Festîvala Şehîd Yekta Herekol bi pêşkêşkirina şanoyên nû li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê didome, (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê kesayeta welatparêz şehîd Şêx Dawûd Bedran li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê defin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê sersaxiyê dide malbatên her du şervanên QSD’ê şehîd Xidir Mano û Ebdulhemîd El Ebid û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed El Ebdullah û şervana YPJ’ê şehîd Şêrîn Fetah, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qaqmişloyê cenazeyên şervanên QSD’ê Zofeqar Qamişlo û  gerîlayê HPG Mazlûm Yekta li bajarê Qamişloyê bi merasîmekî tên bîranîn, (10:30)  BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo guhertina hin bendên Qanûna Budceya Giştî ya îsal, civînekê li navenda xwe ya Reqayê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN