Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên perava Sûriyeyê hezar û 676 kes e

Piştî SOHR’ê navên 17 kesan, di nav de 4 jin, ku li Banyasê hatin qetilkirin belge kirin, hejmara giştî ya qurbaniyên ku bi nav hatine belgekirin gihîşt hezar û 676 kesan.

Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên perava Sûriyeyê hezar û 676 kes e
9 nîsan, 2025   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku wê navên 17 welatiyan di nav de 4 jin ku li Banyasê hatibûn qetilkirin, belge kirin.

Tevî wan 17 navên hatine belgekirin, hejmara giştî ya qurbaniyên bi navê hatine belgekirin gihîşt hezar û 676 kesan. Ew kes ji destpêka meha borî heta 9’ê Nîsanê ve hatin tesfiyekirin.

Li kêlek wan kesên hatine qetilkirin, bi hezaran windahî û bi sedan cenaze li nexweşxaneyên Laziqiyê û bajarên din ên peravê mane, hene.

SOHR'ê diyar kir ku sûcên kuştin, talankirin, revandin û diziyên li perava Sûriyeyê ranewestiyane û tu kes sûcdaran ceza nake.

Girêdayî wê, serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal banga destwerdaneke navneteweyî ya lezgîn kir ku kuştin û revandina li perava Sûriyeyê were rawestandin û got ku ev êş bandorê li beşên berfireh ên civaka Sûriyeyî jî dike, di nav de Kurd, Durzî, Xiristiyan û yên din ku banga aştî, jiyana hevbeş û demokrasiyê dikin.

(mh/fr)