ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-1-2024
10 ÇILE 2024   02:00

Di 3 mehan de li çar aliyê cîhanê bi sedan çalakî û bernameyan azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hîn zêdetir ket rojeva rêxistin, saziyên sivîl, parlamento, rewşenbîr û rojnamevanan. (BI WÊNE)

Zîlan Diyar ku şehîd Sakîne Cansiz wek mamosteya xwe pênase dike, got “Cihê ku hevala Sara lê bû, perspektîf û bendewariyên Tevgerê û Rêber Apo pêk dihatin.” (BI WÊNE)

Jinan li Qamişloyê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn û soz da ku li ser şopa şehîd Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Hevrîn, Pakîze, Sêvê, Fatme, Yusra, Rîhan û Zehrayê têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî êrişa 7`ê Cotmehê ya Hemasê ya li dijî mêtingehên Îsraîlê yên li Xezayê, herêm derbasî pêvajoyeke nû ya aloziyan bû. Nakokî û aloziyên herêmî yên piştî êrişê çêbûne, taybetmendiyên cuda û bergehên cuda jê re çêbûn. Her ku çûn bi lez li dewletên derdorê, ji Lubnanê bigire heta bigihêje Sûriye, Iraq û heta Deryaya Sor, firehtir bûn. (BI WÊNE)

Komîteya Şaredariyan a Kantona Minbicê plansaziya xwe ya îsal aşkera kir. Avakirina cihan ji bo parastina welatiyan ji êriş û karesatên xwezayî yek di plansaziyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 4ˊan li hola Firatê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Efrînê paneleke diyalogê bi sernavê ˊPergalên di dîrokê de kontrol kirine-çareseriya neteweya demokratîkˊ li hola 8ˊê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbenda Çandê ya Helebê rûniştineke rexnegirî û şahiya îmzekirina pirtûka ˊbirayê êşêˊ li navenda xwe ya li beşa rojhilat a Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê li hola Navenda Çand û Hunerê li dar dixe, li Hesekê jî Tevgera Hîlala Zêrîn li hola PYDˊê ya li taxa Kebaba merasîmê li dar dixe, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Peymangeha Tenduristiyê ya kantona Şehbayê şahiya derçûna xwendekarên sala 2022/2023ˊan li hola Serdemê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li kantona Şehbayê çalakiyên Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê bi şahiyekê li kampên Serdem û Berxwedan û navçeya Ehdasê dest pê dikin, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA