Balafirên şer ên Iraqê nuqteyên DAIŞˊê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Iraqê nuqteyên çeteyên DAIŞˊê yên li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Iraqê nuqteyên DAIŞˊê bombebaran kirin
9 ÇILE 2024   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Îstîxbarata Leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku balafirên şer 3 caran nuqteyên rêxistina DAIŞˊê li herêma Wadî El Şay li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin, di encamê de gelek terorîst hatin kuştin.

Gerînendetiyê diyar kir ku tevî kuştiyan di bombebaranê de gelek çek û cebilxane û madeyên lojîstîkî yên terorîstan hatin wêrankirin.

Her wiha Saziya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku komeke terorîstên di teqemenî, amadekirina mayînan de li bakurê Bexdayê hatin girtin û radestî aliyên têkildar kirin.

(fr)