ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2026
10 hezîran, 2026   02:00

- Li Rojava zimanê Kurdî wek bingeha nasname û perwerdehiyê tê dîtin û xeta sor e. Destûra bingehîn nû ya Sûriyeyê ku tê payîn ku piştî civîna parlamentoyê wê were rojevê jî ji bo parastina Kurdî di asta destûrî de û nasîna wê wek zimanê perwerdehiyê, pêvajoyeke diyarker tê dîtin.

- Kesayetên siyasî, civakî û olî diyar kir ku hebûna gelê Kurd bi yekitiya wan ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Saziya Elektrîkê ya Qamişloyê li bajar û gundên girêdayî wê 200 transên elektrîkê temîr kirin û hîna xebata wan didome. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi destpêkirina betlaneya havînê re, Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê dest bi kursên perwerdeyê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Depoyên herêma Kobanê bi rêya sîstema rezervasyona elektronîk dest bi wergirtina genim kir, lê cotkaran ji ber zehmetiyên teknîkî û kêmbûna bihayn bi hevrûkirina lêçûnên hilberînê re gîldar in. BI WÊNE Û DÎMEN

- Koma 8ˊan a koçberên Efrînê yên li Qamişlo û Dêrikê bi cih bûbûn vedigerin warên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJˊê de Tevgera Hîlala Zêrîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyeke hunerî li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê, ahengiya îmzekirina pirtûka nivîskar Şîlan Ehmed tê lidarxistin, saet 18.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN