Li Hesekê 150 donimên genim û ceh şewitîn

Li gundê Rezaza yê Hesekê ji ber çirûska kehrebeyê di pergala enerjiya tavê de 150 donimên genim û ceh şewitîn.

9 hezîran, 2026   21:57

Nûçegihana me ji bajarê Heekê daxuyand ku ji ber çirûska kehrebê ya ji pergala enerjiya tavê, li gundê Rezaza yê Hesekê 150 donimên genim û ceh şewitîn.

Tîmên agirkujiyê û şêniyan lez da cihê bûyerê, şewat kontrol kir û nehişt bi zeviyên derdorê bikeve. Ji ber şewatê zirarên madî çêbûn.

(fr)

ANHA