ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2024
10 adar, 2024   02:00

Şêniyên Kobanê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîmê desthilatdariyê û kapîtalîzmê hejiyaye û got ew ê jî her li pey felsefeyê wî bin ta ku azadiya  wî ya fîzîkî ya mîsoger bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê bi rêya projeyên enerjiyê yên alternatîf hewl dide ku piştgiriya cotkaran bike ku zeviyên avî diçînin. Rêveberî di projeya xwe de dixwaze sîstema enerjiya tavê li stasyonên avdanê bi cih bike, ji bo ku avê ji 10 hezar donim li rojhilatê Dêrazorê re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Sûriye Pêşerojê amadekariyan dike ku kongreya xwe ya 4`an di 27`ê Adarê de li dar bixe, piştî ku kongreyên xwe yên şaxî li herêmê li dar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Hesen Subhî  merasîmekê li gundê Berzan ê Hesekê li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Ragihandinê ya Jinan bi hevkariya Yekitiya Ragihandina Azad panelekê li ser rola rojnamevanan di guhertina civakê de li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 16.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo fîlmê bi navê gerîla erşê romê hejand nîşan dide, saet 16.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA