Li Pirsûsê di operasyona qirkirina siyasî de 17 kes hatin girtin

Li Pirsûsê Hevserokê Navçeya DEM Partiyê û namzetên endamên meclisa şaredariyê jî di nav de 17 kes bi hinceta îfadeya şahidên veşartî hatin girtin.

Li Pirsûsê di operasyona qirkirina siyasî de 17 kes hatin girtin
9 adar, 2024   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

17 kesên ku di 6'ê Adarê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 17 kesên ku di nav wan de Hevserokê Navçeyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û namzetên endamên meclisa şaredariyê jî hene, li Midûriyeta Polîsan a Rihayê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî karên dozgeriyê 17 kes sewqî 2'yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. 17 kesên ku li midûriyeta polîsan îfadeya xwe dubare kirin, bi hinceta "endamên rêxistina terorê ne" û  îfadeya şahidên veşartî hatin girtin.

Navê kesên hatin girtin wiha ne: “Nîhat Demîrbîleklî, Adem Ateş, Ahmet Ceylaner, Baran Karak, Bulent Yaşar, Hatîce Yilmaz, Hîkmet Ceylan, Huseyîn Ateş, Mehmet Yuce, Mehmet Emîn Ateş, Mehmet Balî, Mûslûm Baran, Nazli Bînîcî,  Recep Balî,  namzetên endamên Meclisa Şaredariya DEM Partiyê Selamî Kîp, Serkan Balî û Zelîha Polat."

 Piştî biryara girtinê gelek kes li ber dadgehê li hev civiyan û bi dirûşma "Zext nikarin me bitirsînin" bertek nîşanî biryarê dan.