ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-2-2024
2 ÇILE, 2024   02:00

Omer Berkel destnîşan kir ku ji bo ku Tirkiye li gorî peymanên mafên mirovan tev bigere û sûcên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike, divê civata navneteweyî têkiliyên dîplomasî û siyasî bi dewleta Tirk a dagirker re qut bike û wê ji hemû civînên navneteweyî derxe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a Hesekê Hesan El Selman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber binkeftina xwe ya li hemberî îradeya gelên herêmê û ji ber serketina projeya Rêveberiya Xweser êrişî binesaziya herêmê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê beşeke mezin a bajarê pîşesaziyê temam kiriye. Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker dereng maye. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Nivîskarekî ji Misirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê sûcan pêk tîne û der barê Xezayê de durûtiya siyasî dike. Nivîskarê misirî bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê jî kir ku dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê bi dawî bikin

Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Çilaxa, Dêrikê (gundê Gir Zîro) û Amûdê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)