Zêdetirî nîvê projeya herêma pîşesaziyê ya Girkê Legê temam bû

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê beşeke mezin a bajarê pîşesaziyê temam kiriye. Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker dereng maye. 

Zêdetirî nîvê projeya herêma pîşesaziyê ya Girkê Legê temam bû
Zêdetirî nîvê projeya herêma pîşesaziyê ya Girkê Legê temam bû
Zêdetirî nîvê projeya herêma pîşesaziyê ya Girkê Legê temam bû
Zêdetirî nîvê projeya herêma pîşesaziyê ya Girkê Legê temam bû
2 ÇILE, 2024   04:42
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê gor plansaziya sala 2023`yan dest bi avakirina Herêma  pîşesaziyê bi rûbera 23 hezar metreçargoşe li gundê Gir Ziyaret Cûlî kir.

Ji ber ku naverasta navçeyê qerebalix bû û şênî ji ber wê qerebalixê ne rihet in, lewma şaredariyê bi vê projeyê xwest dikanên pîşesaziyê ji naverasta navçeyê derxe.

Li ser daxwazên pîşesaz û şêniyan, Şaredariya Gel ji 2015’an ve dest bi nirxandina projeyê kiribû. Xebatên avakirinê sala 2017`an dest pê kirin. Li gor plansaziya şaredariyê, pîşesaz dixwazin dikan di herêma pîşesaziyê de bikirin, dikarin abone bibin.

Di projeyê de 281 dikan hene, rûbera her yekê 20 metredam e. Plansaziya bajarê pîşesaziyê, ji aliyê kesên pirsporên ve hate amadekirin. Di navbera dikanan de kolanên bi penahiya 25 metreyan hene. Her wiha li aliyê têketina bajêr, parkek heye, zemîna bajêr bi torên kanalîzasyonê, avê, kehrebe, telefon, înternetê û bîrekê hatiye hazirkirin. 

Heta niha şaredariyê ji sedî 80`ê projeyê temam kiriye. Lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefgirtina binesaziya wê, proje neqediye.

Cîgirê hevseroketiya şaredariyê Idrîs Ehmed ji ajansa me re got: "Tevî ku proje ji çend salan ve dest pê kiriye lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker a ku binesaziya herêmê hedef digire, dereng ma û û di hin qonaxan de rawestiya. Her wiha kesên di projeyê de bûne abone, pereyên pêwîst di wextê wê de nedan, ev jî sedemeke din ku hişt proje dereng bimîne."

Ehmed destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Şaredariya Gel 2 civîn ji bi Odeya Pîşesaziyê û pîşesazan re li dar xist ji bo ku pereyan di dema xwe ya diyarkirî de bidin û wiha domand: "Şaredariyê ji bo şopandina vê mijarê komîteyek ava kir û xebatên xwe ji bo zûqedandina projeyê zêde kirin. Bi rastî jî îsal kar bê rawestan bi rê ve çû."

Der barê dema qedandina projeyê de Ehmed da zanîn ku beşeke mezin a projeyê qediye û tê payîn beşa mayî di çend mehên bê de biqede.

 (mh)