ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-1-2024
1 ÇILE, 2024   02:00

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen got divê Yekitiya Ewropayê demildest ‎ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang bike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbata şehîd Şahîn Elî yê ku li Şengalê tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bû, destnîşan kir ku ew bi ‎şehadeta kurê xwe serbilind e û got: “Em xwediyên xakê, doza rewa ne û em ê xayînên ‎tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dikin hesab bikin."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi sîstema civakî ya Amerîkayê ye ‎hemaheng e û qadên siyasî yên Amerîkayê bi coş nêzîkî Rêveberiya Xweser dibin da ku zêdetir li ‎ser wê nas bikin. Her wiha diyar kir ku li pêşiya karê dîplomasî ya MSD'ê li Amerîkayê astengî ‎hene.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çeteyên dewelat Tirk a dagirker di 2023`yan de li dijî şêniyên bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi rê û ‎rêbazên cuda sûcên hovane kirin. Hemwextî wê, bicihkirina biyaniyan li şûna şêniyên resen ‎didome ku dewleta Tirk bi wê dixwaze demografiya herêmên dagirkirî biguhere û projeya xwe ‎ya mêtingeriyê pêk bîne.‎

Çalakiyên li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Amûdê dewam dikin, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Dêrikê li gundê Girzîro ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA