Li navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê 3 erdhej li ser hev çêbûn

Li navçeya Gever a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 3 erdhej li ser hev bi pileyên 4.4, 3.5 û 4. 5 çêbûn.

Li navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê 3 erdhej li ser hev çêbûn
31 kanûn, 2023   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Gever a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê li ser hev 3 erdhej çêbûn. Li gorî daneyên di malpera AFAD’ê de cih digirin navenda wê Gever erdheja ewil bi pileya 4.4, erdheja duyemîn bi pileya 3.5 û erdheja sêyemîn jî bi pileya 4.5 çêbûye.

Erdhejên çêbûn li navenda bajar bû sedema tirsê.