ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-06-2024
1 hezîran, 2024   02:00

-Şêniyên kantona Cizîrê nebersivandina daxwazên wan ên bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dewamkirina cezayên dîsîplînê, şermezar kir û hêzên navneteweyî wek şirîkên dewleta Tirk bi nav kir. Her wiha gotin divê hêzên navneteweyî rêzê ji daxwazên pêkhateyên herêmê re bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên kantona Cizîrê bang li PDK`ê kir ku dev ji xeta xiyanetê û ajantiyê berde û got HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî jêderên debara wan dike û şêniyên herêmê di ber sûriyeyiyan de li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe didin. Her wiha gotin dê axa xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê mezin Reqayê  Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Avakirin û Pêşxistinê û 4 kesên serbixwe di pêşbaziyê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên gelek gundan ji bo germkirinê rêbazên kevnar dixebitînin. Şewitandina sergînan jî yek ji wan rêbazan e. Sergînên ji rêxê têne çêkirin, alternatîfeke mazotê ne û li gorî sotemeniyên fosîl jî zirara wan gelekî kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Çilaxa 43 şehîdên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê bi bîr tînin, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Dirbêsiyê ji bo gerîlayê HPG’ê Rûbar Agirî merasîmê bîranînê li ber mala wî ya li taxa Şerqî ya bajarê li dar dixe, saet 10.00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji bo şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman Yûsif li gundê Girkê Dijêwir taziye tê xwestin, saet 14.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dayîna daxuyaniyê û çalakiyên çandî û hunerî li stada Nadî Serdem a bajarê Hesekê dest pê dike, saet 15.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cenazeyê şervanê YPG’ê şehîd Agirê Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê tê veşartin, saet 17.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Zanîngeha Kobanê şahiya derçûna xwendekaran li dar dixe, saet 17.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi armanca danasîna namzetên xwe û bernameya xwe ya hilbijartinê şahiyan li Tirbespiyê û Qamişlo li dar dixe, saet 18.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) bi civîneke çapemeniyê ku li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera dike, saet 18.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA