‘HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike’

Şêniyên kantona Cizîrê bang li PDK`ê kir ku dev ji xeta xiyanetê û ajantiyê berde û got HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike.

‘HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike’
‘HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike’
‘HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike’
‘HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike’
1 hezîran, 2024   04:05
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Dewleta Tirk a dagirker ji 2021`an ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dijwarî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Dewleta Tirk di wan êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne. Dewleta Tirk di 27 û 28`ê Gulanê de 67 caran ew çek bi kar anîn.

Têkildarî mijarê şêniya bi navê Nisrîn Şîno yê ji Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd tune bike, ji ber wê bi çekên qedexekirî êrişî Hêzên Parastina Gel (HPG) dike. Her wiha Nisrînê bang li PDK`ê kir ku dev ji xeta xiyanetê û ajantiyê berde.

Hemîde Îso jî berxwedana HPG`ê ya li hember artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê silav kir û got: "HPG berxwedaneke destanî li hember wan êrişan nîşan dide."

Şêniyê bi navê Siûd Meîş jî got: "PDK’ê bi pêşengiya malbata Barzanî, Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re kiriye stargeh."

Siûd Meîş di dawiyê de wiha axivî: "HPG hebûna gelên Kurdistanê temsîl dike."

(şx)

ANHA