ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2024
9 kanûn, 2024   02:00

Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku ew ê parastina taxên xwe bidomînin û Sûriyeya nû li ser bingehên hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ava bikin û got: “Wê berxwedana me bikeve dîrokê."

Şênî û rûspiyên êlên kantona Dêrazorê êriş û koçberkirina gelê Sûriyeyê şermezar kirin û ji bo parastina herêmê jî banga hevgirtinê kir.

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku îro gihaştin Kobanê, serpêhatî û zehmetiyên xwe vegotin û got “Hêviyên me naşikên, em ê vegerin Efrîna rengîn”.

Xelkê bajarê Şedadê cenazeyên şehîdên Hêzên Xweparastinê şehîd Ehmed Mihemed, Ehmed Mamon, Ehmed El Neîm û Hisên Seed El Ebdullah ên ku li navçeya El Deşîşe şehîd bûne, li goristana şehîdên a Şedadê vedişêrin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelkê bajarê Amûdê ji Qada Jina Azad ve meşekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN