‘Hêviyên me naşikên, em ê vegerin Efrîna rengîn’

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li Kobanê, serpêhatî û zehmetiyên xwe vegotin û got “Hêviyên me naşikên, em ê vegerin Efrîna rengîn”.

‘Hêviyên me naşikên, em ê vegerin Efrîna rengîn’
‘Hêviyên me naşikên, em ê vegerin Efrîna rengîn’
‘Hêviyên me naşikên, em ê vegerin Efrîna rengîn’
9 kanûn, 2024   06:40
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên berê xwe Kobanê, serpêhatî û zehmetiyên xwe ji ajansa me re anîn ser ziman.

Koçberê bi navê Ferîd Elo yê ji bajarê Efrînê zehmetiyên xwe wiha anî ser ziman: "Ev 7 sal e em ji Efrînê hatine koçberkirin. Di vê werza zivistanê de em ji malên xwe hatin koçberkirin. Ka mafê mirovan? Van 5 rojan me gelek zehmetî li ser rêyan dîtin. Me di vê sar û seqemê de gelek zehmetî û êş kişandin. Bi rastî jî em çi qasî zehmetiyên xwe bînin ser ziman jî têrê nake, ji ber ku êşa me dîtiye tu kesî nedît.”

Elo çîroka xwe wiha vegot: "Dema ku em hîna ji Şehbayê derneketibûn, çete hatin gel me û ji me re gelek gotinên xirab gotin. Min ji wan re got dema kesekî wekî min temenmezin apê te be yan jî xalê te be, tu van gotinan li ser wî qebûl dikî? Serê xwe xiste erdê, ji min re got ka zû ji vê derê biçe. Piştre em ji Şehbayê derketin ser rêyan.”

Ferîd Elo got: "Dema ku em ji malên xwe derketin me nizanîbû ka em ê bi ku ve biçin, lê piştre hevalan em anîn Tebqayê, hinek ji wan koçberan çûn Reqayê. Îro jî me berê xwe da Kobanê, lê heta ku em gihaştin vir me gelek zehmetî derbas kirin."

Ferîd Elo diyar kir ku dema ew gihaştin Kobanê, gel ew bi dil û can hembêz kirin û wiha got: "Dema em hatin Kobanê gel em bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Gel ji me re tiştên pêwîst anîn, em gelekî spasiya wan dikin. Em ji hemû gelê Kurd re serkeftinê dixwazin.”

Koçbera bi navê Selwa Osman jî diyar kir ku ew destpêkê ji Efrînê koçber bûn, niha jî ji Şehbayê koçber bûne û wiha got: "Me zor û zehmetî pir dîtin, min gelek zehmetî û êş di temenê xwe de dîtin. Çima mafê gelê Kurd hatiye binpêkirin? Ka saziyên mafên mirovan, çima li gelê Kurd xwedî dernakevin? Ruxmî me ev hemû zehmetiyên ku dîtîne jî hêviya me heye ku em careke din vegerin Efrîna rengîn.”

Selwayê destnîşan kir ku hêzên parastinê di dema herî zehmet de xwe gihand wan û wiha domand: “Em ji hevalên xwe re serkeftinê dixwazin, wan di dema herî zehmet de xwe gihand me. Dema ku em ji Şehbayê derketin me tiştek bi xwe re neanî. Tenê em bi cilên li ser xwe derketin. Lê bi rastî em çi qasî zehmetiyên xwe bêjin jî têrê nake, ji ber ku êşa ku me dît tu kesî nedîtiye. Di nava 7 salan de ev bû du car em koçber dibin.”

Selwa Osman wiha axaftina xwe dawî kir: "Gelê Kobanê em bi keyfxweşî hembêz kirin, em bi wan serbilind in û keyfxweş in. Me bawer nedikir em ji çeteyan xelas bibin, lê bi alîkariya hevalên me, em ji çeteyên qirêjî xelas bûn û em hatin Kobanê.”

ANHA