ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2024
9 nîsan 2024   02:00

Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya rêxistinên mafên microvan, di serî de NYˊyê û YEˊyê binpêkirina mafên microvan û qelsbûna nirxên demokrasî û jiyana aştiyane ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD plan dike payîza bê, kongreyeke nîştimanî ya giştî li dar bixe ku tê de hêz û kesayetên nîştimanî yên sûryeyî hebin. Li gorî berpirsên meclisê, armanca lidarxistina vê kongreyê, yekkirina hêzên opozîsyonê û avakirina statuyeke siyasî ya hevgirtî ye ku çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li gorî biryarên NY`yê ji xwe re dike bingeh. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê didomîne. Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina avê di nava hewldanan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Encamên hilbijartinên şaredariyan ên ku di 31’ê Adara borî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, derbeke giran li Erdogan û partiya wî AKP’ê xist ku li gelek bajaran şaredarî ji dest dan. Bi vê binkeftinê re destpêka cidî, ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li herêmê jî nîşan da.

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeva cejna Remezanê li ser gorên şehîdan mûman pêdixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo cenazeyê rojnamegera YPJˊê Êva Elî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)