Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em çandê bi ser bixin û azadiya Serok Apo misoger bikin” Mîhîrcana 4ˊan a Amara duh li dar xist û îro bi çalakiyên hunerî bi dawî bû.

Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
8 nîsan, 2024   23:12
ŞEHBA

Mîhrîcan li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê di roja duyemîn de berdewam kir.

Bi sedan şêniyên kantona Şehba û Efrînê li qada kampê kom bûn. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiyên Jinên Ciwan li cihê mîhrîcanê hatin daliqandin.

Di mîhrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zu El Feqar Nêrebiyê axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz kir.

Zu El Feqar Nêrebiyê behsa rola ciwanan di civakê de kir û got: “Civaka azad bi hêza ciwanên wê ava dibe. Ciwan pêşengên şoreşê ne ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin bingeha şoreşa li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.”

Di dawiyê de Zu El Feqar Nêrebiyê bang li ciwanan kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ku hewl didin destkeftiyên şoreşê têk bibe têkoşînê mezin bikin.

Dûre koman hunerên xwe li ser dikê pêşkêş kirin. Her wiha bi gerandina govendê û xelatkirina koman mîhrîcana 4ˊan a Amara bi dawî bû.

ANHA