Li Norwêcê li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê teqîn

Li nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê li paytexta Norwêcê Osloyê teqînek çêbû û rayedarên herêmî da zanîn ku dibe ku teqîn "ji ber sedemên terorîstî" çêbûye.

Li Norwêcê li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê teqîn
8 adar, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Norwêcê diyar kir ku li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Norwêcê îşev teqînek çêbûye, zirarên madî çêbûn û hat gotin ku dibe ku teqîn ji ber sedemên terorîstane pêk hatiye.

Polîsan anî ziman ku teqîn ji ber "amûreke teqemenî" çêbûye ku li ber deriyê beşa konsulxaneyê ya balyozxaneyê derdora saet 1:00ˊê berbangê de teqiyaye, bêyî ku birîndar hebin. Derbarê amûra ku hatiye bikaranîn de tu hûrgiliyên din nehatine aşkerakirin.

Serokê Yekîneya Lêpirsîna Hevbeş a Polîs û Îstîxbaratê Frode Larsen ji radyoya giştî ya Norwêcî (NRK) re got ku yek ji pêşbîniyên pêşkêşkirî ew e ku bûyer kiryarek terorîstî ye, lê diyar kir ku lêpirsîner sedemên din red nakin.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store bûyer wekî "pir cidî û bi tevahî nayê qebûlkirin" bi nav kir.

Polîsan destnîşan kir ku gengaz e ku alava teqemenî ber bi balyozxaneyê ve hatibe avêtin.

(fr)