ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 – 07 – 2026
8 tîrmeh, 2026   02:00

Siyasetmedar Elî Rehmûn got edaleta veguhêz bingeha avakirina Sûriyeya nû ye. Ji bo pêvajoya veguhêz bi ser bikeve divê lêpirsîn hebe, heqîqet aşkera bibe, tazmînat werin dayîn û reforma saziyan çêbe. Her wiha di navbera dewlet û civakê de bawerî çêbe. Eger edaleta veguhêz têk biçe dibe ku welat zêdetir ber bi parçebûn û krîzan ve biçe.

Dayikên şehîdên YPJ`ê destnîşan kir ku YPJ`ê parastina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, divê serxwebûna wê bê parastin û piştgiriya wê bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, der barê daxuyaniya KCK’ê de nirxandin kir û got: “Ger dewlet bi rastî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, divê gavên qanûnî û demokratîk bavêje.”

Piştî Peymana 29`ê Çileyê entegrasyonê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Lê li Kobanê tiştê ku dibe ji derveyî xalên entegrasyonê ye.

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo sewalan dest bi depokirina kayê kiriye û amadekariya demsala zivistanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Girkê Legê bang li partiyên siyasî yên Kurdan kir ku nakokiyan derbas bikin û yekitiya xwe ava bikin. Şêniyan da zanîn ku helwesta yekbûyî mîsogeriya parastina hebûna gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).