Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li Humsê cenazeyê ciwanekî ku şopên guleyan li ser hebûn, hate dîtin.

Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
7 tîrmeh, 2026   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku cenazeyê ciwanekî li nêzî bajarokê Şemsîn ê başûrê Humsê hat dîtin. Hate diyarkirin ku şopên guleyan li serî û singa wî hebûn.

SOHR‘ê destnîşan kir ku ciwanê kuştî hat dîtin, ji eşîra El Emûr a niştecihên Tedmurê ye.

Agahiyên zêde der barê bûyerê de nehatin parvekirin. Lê tê gotin ku lêkolîn dewam dikin.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve li deverên cuda yên Sûriyeyê 251 sûc hatine kirin. Di encamê de 222 mêr, 18 zarok û 36 jin hatine kuştin.

(bb)